Xizmetên Esmangeriyê

ProAîr Avîatîon ji aliyê Daîreya Esmangeriyê ya Almanyaya Federal ve hatiye tesdîqkirin, xwediyê komkeştiya xwe ya balefiran, kargerê dezgehê yê taybet a balefiran e.

Di sala 2007an de Otorîteya Esmangeriya Sîvîl lîsansa ProAîr Avîatîon tesdîq kir şûnde Koma ProAîr bi belgeya xwe ya karsaziyê (Belge no: D-150 EG) bû şerîkeya xwedî belgeya xwe bi xwe. Herwiha şerîkeya me bû xwediyê erka operasyona firînên bazirganî.

Em wek xwediyê balefirên xwe di çareserkirina pêdiviyên xwe yên takekesî de di rewşeke hêzdartir de ne. ProAîr Avîatîon bêyî veguhezînê, bêyî dorên chck în û bêyî li bendêmayîna dirêj, hûn dixwazin herin kur ewê we bigihîne wêderê.

Komkeştiya ProAîr Avîatîon

Hûn bi xêr hatin balefira xwe. Ewlehiya bilind, nermahî û servîsa ji kesa re taybet li benda we ye. Vê xizmeta biîmtiyaz ji bo rêwî digel xwe kargoyê siwarke jî em pêşkêş dikin.

ServîsEwlekarîXizmetên îlawe
Interieur Learjet 31 AMenzîla kin an jî navîn, balefira biperwane an jî balefira jet a bi pîvanga navîn kabîna bilindMenzîla kin an jî navîn, balefira biperwane an jî balefira jet a bi pîvanga navîn kabîna bilind?

Pêdiviya we çi dibe bila be ProAîr ji bo we balefira herî guncaw ewê peyda bike.

Di balefirê de kêfa mala xwe bikin.

  • Xizmeta me hîna ji plansazî û asta organîzasyonê dest pê dike.
  • Armanca seyaheta we çi dibe bila be em ji bo rabûnê amade ne.
  • Telaşa veguhezînê, dorên chck în û bêyî libendêmayînê rihetiya seyahetê.
  • Li gor daxwaza we xizmeta transferên lîmûzîn an jî helikopterê.
  • Beriya rabûnê û piştî danînê bikaranîna salonên VIP ên biîmtiyaz
  • Îkrama taybet û servîsa taybet
  • Ji bo we hêsankirina formalîteyên têketin û derketinê
  • Desteka organîzasyon û agahdarkirina ji bo pêşwazîkirina kargo û kûryeyên we
ProAir safety and maintenance standardsDi komkeştiya ProAîr Avîatîon de standardên ji aliyê Daîreya Esmangeriya Almanyaya Federal ve hatine danîn û peymanên navneteweyî ku ew jî di nav de ye standardên ewlekarî û lênêrînê tê bikaranîn.

  • Pîlotên me yên tecrûbedar her dem di perwerde û kontrolên asayî de derbas dibin.
  • Hemû balefirên me xwedî standardên teknîkî yen herî bilind in. Bi amûrên herî modern ên ewlekariyê hatine bihêzkirin.
  • Balefirên me mercên zivistanê hatiye fikirandin û bi pergala dij qeşemgirtinê hatiye bihêzkirin
  • Mercên sîgortaya balefirgehên mezin ên balefirên bitafîre lê difirin em jî xwediyê wê sîgortayê ne.
  • Wek îlaweya wan em kontrolek hişk ya qalîteyê û pergala şopandinê dimeşînin.
ProAir is at your service: 24/7/365Bi saya sertîfîkaya me ya operator a him ji bo rêwiyan him jî ji bo kargoyan derbasbar e em ji hemû xwestekên we yên firînê re dikarin bibin bersiv.

Sertîfîkaya me ya operator digel bi balefirên me derfeta servîsdayîna me, ji bo muameleya bazirganî ya balefira we ya taybet jî derfet dide me.

Kontrola trafîka hewayê, plansaziya firînê û xizmetên şopandinê 24 saet ji aliyê personelên pispor ve tê pêkanîn.

 

ProAir @ Facebook ProAir @ XING ProAir @ YouTube

Copyright 2019 Koma Pro Aîrê.

Kunye | Ragihandina nepeniyê

top