Kirêkirina Balefirên Taybet
ProAîr li gor seferên bi trarîfe ya Charter çareseriyên bileztir û çareseriyên guncaw pêşkêş dike. Em li gor pêdiviyên we çareseriyên balefirên jet, balefirên biperwane an jî helikopter dikarin pêşkêş bikin.
Xebatkarên pispor ên ProAîr ji bo hûn bi ewlehî bigihîjin cihê hûn dixwazin herinê dizanin ewê çewa tevbigerin û di xizmeta we de ne.
Di dema seyaheta we de ji bo xizmetên bi îmtiyaz ên hûn daxwaz bikin, hûn dikarin bi me bawerbin. Ji bo vê yeke hûn daxwazên xwe ragihînin me ewê bes be.
Emê hemû pêdiviyên we yek bi yek kontrol bikin, organîzasyon û pêdiviyên we yên operasyonel bi temamî ji bo we koordîne bikin.


- Dema we xwest bifirin, cihê firîn/danînê û hejmara rêwiyan ragihînin me şûnde emê hema dest bi xebatê bikin.
- Analîza Bazarê – Ji bo curêyên cuda yên balefiran fîyet û performansa wan tên rûberkirin.
- Encamên derbikevin wek teklîfa fîyetê bi wêneyên balefirên cureyên cuda tên amadekirin.
- Plansaziya firînê: Piştî we biryar da şûnde amadekirina ekîbê, destûrgirtina firînê, eyarkirina saetên danîn û rabûna meydanê tên amadekirin.
- Heke bê daxwazkirin îlevekirina xizmetên taybet tên organîzekirin. Kirêkirina wesaîtên taybet, xizmetên VIP hwd.
- Taqîbkirna firînê û koordînasyona wê li ser bingeha 24 saetî tê kirin.

Em wek ProAîr di vê sektorê de sertifikaya yekemîn a ISO girtiye ev sedema wê heye. Em ji standartên Otorîteya Esmangeriya Elmanyaya Federal û ICAOyê wêdetir xwedî standartên bilind in.
Ji bo firîna balefirên bazirganî tene em balefirên xwedî mercên pêwîst û operatoran bikartînin. Em hemû ewraqên balefiran teqez kontrol dikin, em ji rojanetiya wan emîn dibin. Her wiha emê kontrolek hişk ya qalîteyê û pergala takîba servîsê bikin.
Hemû balefirên me bi pergala berhemên teknolojiya herî dawîn bi peykê û navîgasyonê hatine arastin. Lênêrîna balefirên me di ronahiya standartên Alman û Yekîtiya Ewropa de û di dema xwe de tên kirin.


Nûnerê we yê ProAîr’ê ji daxwaza we pê ve ta firîn îcra bibe ewê bi we re be.
- Ji bo hemû pêdiviyên we yên lojîstîk û servîsê şerîkeyên operatör, balefirgeh û saziyên xizmetên erde ewê bi riya ekîbên me yên danûstandinê pêkwere.
- Li ser eûrocontrolê ewê 24 saet firîna we bên kontrolkirin û ûnê bên agahdarkirin.
- Heke hûn daxwaz bikin dema firîn û gihîştinê bi riya postaya elektronîk û sms hûnê bên agahdarkirin.
- Ewê koordînekirina xizmetên taybet ên hatine organîzekirin pêkwerin. Şayet we daxwaz kiribe, ji aliyê amûrên taybet ve ewê pêşwazîkirina we bê eyarkirin.
- Servîsên ji kesa re îkrama taybet hwd. ji bo daxwazên we emê di xizmeta we de bin.
Hûnê bi tenê kêfa firînê bikin.